KARS
Li Sariqamîşa navçeya Qersê berfa ku bi navber dibare jiyana welatiyan dixe tengasiyê.
Li navenda bajêr bi qasî du bihustan berf heye, li Cibiltepeyê jî qalindiya berfê gihîşt 51 santêmê. Tîmên şaredariyê berfê li ser kolanan kom kirin û bi qamyonan ji bajêr derxistin.
Tîmên rêbejê berfa li ser rêya Qers û Erziromê bi bêr û meran ve paqij kirin.
Ji aliyê din ve ji bo hin zarokan betlaneya dibistanê bû firsend. Zarokan li ser kûçe û kolanan bi qolan û perçeyên texteyan ve xwe şemitandin.