Günay Nuh
24 Nîsan 2023•Rojanekirin: 24 Nîsan 2023
ARDAHAN (AA) - Li Erdexanê cesedê kesê ku duh ket Çemê Kurayê, hat dîtin.
Mehmet Arikê 65 salî ku heywanên wî ketin çem û di kêliya ku dixwest heywanan ji çem derxe, ket çem û winda bû. Ji bo dîtina wî ekîban serê sibehê cardin dest bi lêgerînê kir.
Ekîbên cendirme, ewlehî û AFADê bi piştgiriya makîneya kar a Îdareya Taybet a Bajêr lêgerîn kir û cesedê Arik derxist.
Cesedê Arik seba otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Goleyê.