HAKKARÎ
Ciwanên li Hekariyê di bernamaye ku serokatiya Komeleya Çand û Werzîşên Xwezayê ya Reşkoyê li dar xist de li ser çemê Zapê raftîng kirin.
Komeleya Çand û Werzîşên Xwezayê ya Reşkoyê li Hekariyê di çarçoveya "Li Hekariyê Projeya Tendurîstî, Hêvî û Werzîşê" de li ser çemê Zapê werzîşa raftîngê li dar xist.
Wezareta Werziş û Ciwaniyê jî piştgirî da çalakiyê û tîmeke jê 3 jin,10 kesan pêk tê beşdarî vê çalakiyê bûn.
Ji tîmê Burcu Karaya ku raftîngê hez dike bi kelecanî li ser çemê raftîng kir û wiha axivî: "Em kêfxweşin ku li Hekariyê çalakiyên bi vî rengê tên lidarxistin. Bi rastî jî pir kelecan bûm. Ez spasiya mamosteyên xwe dikim ku çalakiyeke wiha li dar xistin."