17 Gulan 2017•Rojanekirin: 17 Gulan 2017
HAKKARÎ
Li Hekariyê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorî da terorîstek hat kuştin.
Li gor agahiyên çavkaniyên ewlehiyê 15ê gulanê endamên rêxistinê dixwazin teqemenî bikin Pira Erzikê ya nêzî Qereqola Cendirmeyan a Zapê.
Hat destnîşankirin dema teqemenî tê bicîkirin teqîn çêdibe û di teqînê da endamek rêxistinê tê kuştin.
Li gor agahiyan di teqînê da endamek rêxistinê jî birîndar dibe û ji bo qefaltina endamê rêxistinê yê birîndar operasyon dest pê dike.
Li gor agahiyan car caran di navbera endamên rêxistinê û hêzên ewlehiyê da pevçûn derdikeve.
Hat diyarkirin li gundên Ordeklî, Kaymakli û Akbulutê piştî pevçûnan hêzên ewlehiyê derketin teqîbatê û di teqîbatê da cenazeyê endamekî rêxistinê û M-16yek dîtin.
Li herêmê operasyon dewam dike.