09 Gulan 2016•Rojanekirin: 10 Gulan 2016
HAKKARÎ
Heta fermaneke duyem li 2 gundên Hekkariyê yên ser sînorê Iraqê qedexeya derketina derva hat ragihandin.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, ji ber nêzîkbûna wanî sînor ku dibin guzergeha terorîstên PKKyî, li herdu gundên Geçimliya girêdayî navenda Hekkariyê û gundê Akkayaya girêdayî Çukurcayê, bi mebesta rêgiriya hatûçûna nav welêt, paqijkirina herêmê ji terorîstan û pêkanîna aramî û asayişê xebat hatiye destpêkirin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku li herdu gundên navhatî da ji, îro seat 00.30î şûnda heta fermaneke duyem qedexeya derketina derva hatiye ragihandin.
Herwiha di daxuyaniyê da hat gotin ku qedexeya derketina derva ya li ser gundê Çigli û mezrayên ormanlî, Çîmenlî, Guzeldere û Kopruluya gundê Gundeşê yên ser bi navçeya Çukurcayê jî ji seat 00.30an şûnda hatine rakirin.