26 Nîsan 2016•Rojanekirin: 26 Nîsan 2016
İSTANBUL
Li Sancaktepe, Maltepe, Umraniye û Kartala Stenbolê bi alîkariya helîkopterê dijî MLKPya rêxistina terorê operasyon hat lidarxistin.
Tîmên Midûriya Şaxa Têkoşîna Dijî terorê yên Mudûriya Ewlekariya Stenbolê, li Sancaktepe û Maltepeyê hevwext girt ser zêdetirî 15 malan. Di dema operasyonan da tedbîrên berfireh hatin sitendin û helîkoptera polêsan ji asmanan va kordînasyon pêkdianî.
Di çarçoveya operasyonan da polêsan 5 ji wan jin, bi giştî 12 kes binçavkirin.
Gumanbar li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Hasekiyê, di kontrola tendirustiyê ra derbas kirin û piştra birin Komelgeha Mudûriya Ewlekariya Sitenbolê ya li ser caddeya Vatanê.