Muhammet Kurşun
16 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2018
ANKARA
Li 81 wîlayetên Tirkiyê li 90 hezar camiyî di heman wextî de ji bo salvegera 15ê Tîrmehê sela hat dayîn.
Bi biryara Serokatiya Diyanetê, bi dirûşmeya "Ji Derbeyên ku Azan Bêdeng Kirin, ber bi Selayên ku Derbe Bêdeng Kirin" ji bo bîranîna hewla derbeyê ya 15ê Tîrmehê li hemû camiyan di eynî wextî de sela hat dayîn û şehîd hatin bibîranîn.
Hat diyarkirin ku wê hemû camî heta nimêja sibehê vekirî bin û wê lembeyên wan jî neyên girtin.