Li Gazîentab, Meletî, Adiyeman, Şanliurfa û Kilîsê yên ku ji ber erdheja 6ê Sibata par ya ku navenda wê Kahramanmaraş bû zirar dîtine welatî ji bo Hilbijartina Giştî ya Rêveberiya Herêmî dengê xwe bidin çûn ser sandoqan.
Li Gazîentabê milyonek û 393 hezar û 956 hilbijêran di 4 hezar û 418 sandoqên ku li 824 dibistanan hatin avakirin da dest bi dengdayînê kirin.
Li bajar 36 hezar û 507 kes wê di vê hilbijartinê da cara ewil dengê xwe bidin.
Welatiyên ku nikarin bên ser sandoqan wê di 7 sandoqên gerok da dengê xwe bidin.
Ji bo ku hilbijartin li bajêr bi aramî çêbibin 8 hezar û 288 hêzên ewlehiyê wê li ser wezîfeya xwe bin.
- Kahramanmaraş
Li Kahramanmaraşê serok û rayedarên sandoqan serê sibê zû çûn dibistanan û amadekariyên xwe temam kirin.
Li navçeya Dulkadirogluyê hilbijêr hatin baxçeyê Lîseya Anadoluyê ya Mehmet Gumuşer û saet di 07:00î da dest bi dengdayînê kirin.
Li bajarê ku bi qasî 754 hezar hilbijêr lê qeydkirî ne, li ser 2 hezar û 405 sandoqan dengdayîn dewam dike.
- Şanliurfa
Li Şanliurfayê milyonek û 252 hezar û 96 hilbijêran di 4 hezar û 435 sandoqan da dest bi dengdayînê kirin.
Li Dibistana Seretayî ya Yavuz Selîm a navçeya Eyyubiyeyê welatî dengê xwe didin, dengdayîn wê heta saet 16.00î dewam bike.
Walî Hasan Şildak li Navenda Ewlehî û Rewşa Awarte xebatên ewlekariyê yên der barê hilbijartinê da dişopîne.
Şildak diyar kir ku li hemû qadên sandoqan û hemû bajarokan tevdîrên ewlehiyê di asteke bilind da hatin dîtin û hêvî kir ku hilbijartin di nav rewşeke aram da derbas bibin.
- Meletî
Li Battalgaziya navçeya Meletiyê ya erdhejên 6ê Sibatê tesîr lê kir, li Navenda Hêwirîna Berwext a Teknokentê dengdayînê dest pê kir û hin welatiyan dengê xwe dan.
Serê sibehê zûtirekî welatiyan berê xwe dan cihê dengdayînê û ketin dorê.
Li Battalgaziyê her wisa li Lîseya Îmam Xetîb a Anadoluyê ya Şehîdên 15ê Tîrmehê jî welatî ketin dorê ku dengê xwe bidin.
Peywirdarên li ser sandoqan jî alîkariya welatiyan kirin.
Li Meletiyê 542 hezar û 177 dengêdêr dê di 2007 sandoqan da dengê xwe bidin.
- Adiyeman û Kilîs
Li Adiyemanê jî 412 hezar û 272 dengêdêr dê di 1582 sandoqan da dengê xwe bidin.
Li bajêr welatiyên di konteyneran da dimînin jî çûn ser sandoqan û her wiha bi qasî çavdêrî hat kirin, beşdariya hilbijartinê zêde ye.
Li Kilîsê serok û peywirdarên sandoqan sibehê zû çûn dibistanan, amadekariyên xwe kuta kirin û bi şûnda dengdayînê dest pê kir.
Li bajêr 98 hezar û 938 hezar dengdêr dê di 415 sandoqan da dengê xwe bidin.