Barış Gündoğan
10 Tebax 2023•Rojanekirin: 11 Tebax 2023
Wezareta Parastina Neteweyî ragihand, li herêma Operasyona Pençe-Kilîtê 4 terorîstên mensûbê rêxistina terorê ya cudakar hatin berterefkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Wezaretê hat dayîn, Artêşa Tirkiyeyê li herêma Operasyona Pençe-Kilîtê xerabkirina hêlînên terorê didomîne.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Operasyona dewam dikim. Plankarê êrîşa xayîn a duh jî di nav da 4 terorîstên PKKyî hatin berterefkirin. Me xwîna şehîdên xwe li erdê nehişt û em ê nehêlin."
Dîmenên operasyonê jî hatin parvekirin.