Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin, ji 70 kesên ku ji ber teqîna tankêra LPG barkirî birîndar bûbûn û rakiribûn nexweşxaneyên li Stenbol, Edene û Erziromê Orhan Aydin, Emirhan û Sedanûr Kirnaz, Muhammed Zekî Bîngol û Nurullah Nazli mirin. Dermankirina 44 kesan jî hê didome.
Di vê navberê de lêpirsîna der barê bûyerê de didome.
Di 22yê tîrmehê de li Licêya navçeya Diyarbekirê tankêreke LPG barkirî welgeriyabû û di encama teqîna tankêrê de agir bi du otobusên ku ji wir re derbas dibûn ketibû û di encamê de jî 70 kes birîndar bûbûn.