Li Doganşehira Meletiyê otobêseke rêwiyan ji ber ku rê qeşa bû welgeriya. Di qezayê de kesek mir û 15 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan otobêsa ku plaqaya wê 44 NV 600 bû ji Mersînê diçû Meletiyê û şofêrê wî Zeynel Gocum bû li herêma Erkenekê ji rê derket û welgeriya.
Di qezayê de Ahmet Demir (16) li cihê bûyerê mir û 15 kes jî birîndar bûn.
Fatma Bakirhan (41), Sebahat Devecî (56), Nazim (40) û Sultan Koç (69) rakirin Navenda Tipê ya Turgut Ozalê.
Mustafa Ataş (65), Selaha Erberk (56), Muhammet Salih Çobanoglu (30), Yunus Çirak (31), Dogan Akbaş (43), Bayram Îspîr (60), Fatey Begre (59), Halîme Yasemîn Çakir (45), Mustafa Îspîr (51) û Hatîce Sevînç Tekîn (64) jî rakiririn Nexweşxaneya Dewletê ya Meletiyê.
Hakan Budak jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Golbaşiya Adiyamanê
Hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e.