Önder Beyter
05 Gulan 2019•Rojanekirin: 06 Gulan 2019
Li Milasa navçeya Muglayê otobuseke rêwiyan welgeriya û di encamê da 2 kes mirin û 3 jê giran 42 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyê, otobusa rêwiyan a fîrmaya Metroyê ku navê ajokarê wê Yilmaz Alik û plaqeya wê jî 34 BUD 832 ye û herwiha ji Bodrumê diçû Stenbolê li ser rêya Milas-Îzmirê li tanga Aydinlikevlerê welgeriya.
Ji ber qezayê gelek ekîbên 112 Servîsa Bilez û yên agirkujiyê hatin sewqkirin.
2 kesên ku di bin otobusê da man û nasnameya wan hê eşkere nebû, mirin û 3 jê giran 42 kes jî birîndar bûn.
Birîndar piştî midaxaleya ewil ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Milasê ya 75. Yil, Nexweşxaneya Taybet a Milas Îzanê, Nexweşxaneya Dewletê ya Yataganê û Nexweşxaneya Bodrum Acibademê hatin veguhastin.
Piştî qezayê rêya Milas-Sokeyê qedera saetekê girtî ma û ji ber vê jî di rê da ji wesayîtan rêzeke dirêj çêbû.
Piştî ku bi alîkariya kepçe û vînç va otobusa welgeriyayî hat rakirin, rê bi kontrol hat vekirin.
Qaymeqamê Milasê Eren Arslan di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir, otobusa ku sefera Bodrum-Stenbolê dikir, li biniya navçeyê ji ber ku baran barîbû, rê şişmat bûbû û lewma jî otobusê serî li ajokar stand û welgeriya.
Arslan wiha got, "Di qezayê da 2 welatiyên me mirin, 3 jê giran 42 rêwî jî birîndar bûn."
Arslan bal kişand ku birîndar rakirin nexweşxaneyên li Milas, Bodrum û Yataganê û rewşa tenduristiya 3 birîndarên giran hê jî cidî ye.