Halil İbrahim Sincar
09 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2023
Li Kiziltepeya navçeya Mêrdînê 2 malbatên neyar li hev hatin.
Nêzî 3 meh berê malbata Îbrahîmoglu ku li Kiziltepe dijî û malbata Kada ku li Hîlwana navçeya Şanliurfayê dijî, li Stenbolê bi çekan şer kir û kesek hat kuştin. Bi navçêtiya rîspiyan her du malbat li hev hatin.
Merasim li taxa Yalinkiliçê di mala şînê da hat lidarxistin, Waliyê Mêrdînê û Cîgirê Şaredarê Bajarê Mezin Mahmut Demirtaş, Parlamenterê Şanliurfayê yê AK Partiyê Mehmet Alî Cevherî, Fermandarê Cendirmeya Bajêr Îdrîs Tataroglu, Miftiyê Bajêr Alî Hayrî Çelîk, rîspî û ferdên her du malbatan beşdarî merasimê bûn.
Di merasimê da piştî xwendina Qur'ana Pîroz dia hatin kirin, paşê ferdên her du malbatan destê hev toqe kirin.
Walî Demirtaş di merasimê da axivî û li ser girîngiya yekîtî û biratiyê sekinî û seba lihevhatina her du malbatan kêfxweş bû.
Demirtaş spasiya kesên ku ketin navçêtiyê kir û wiha dewam kir, "Em hemû bi çavê xwe dibînin û dijîn ku domandina xwîndariyê çi qas guneh e û bi pirsgirêk e. Ev ax, axên bibereket in. Em êdî li ser van axan hêsir û xwînê naxwazin, em dixwazin ku yekîtî, bihevrabûn û biratî çêbibe. Em bibin dost û bira. Ji bo xurtkirina vê biratiyê em her gavê bavêjin."
Parlamenter Cevherî jî diyar kir, ew naxwazin ku di navbera malbatan da hedîseyên bi vî rengî biqewimin, ew hêvî dikin ku li vê erdnîgariyê aştî û biratî serdest bibe.