Haydar Şahin
05 Nîsan 2019•Rojanekirin: 06 Nîsan 2019
Li Artukluya navçeya navend a Mêrdînê ji ber baran gur hêlan ket erdê.
Li texma radara hewayê ya li navçeyê ji ber baran gur a ku 15 roj e dibare hêlan kete erdê.
Di encama hêlanê da zinarên ji palê qetiyan di ser Kolana 1ê ya derdikeve rêbeja berê ya Mêrdînê da ketin xwarê.

Ekîbên rêbejayê û yên AFADê sewqî rêya ku ji çûyîn û hatinê ra hat girtin kirin.
Ekîbên rêbejayê ji bo rê ji çûyîn û hatinê ra vekin dest bi xebatan kirin.
Walî Mustafa Yaman jî li dewsa bûyerê lêkolîn kir.
- "Me wetrê erd diheje"
Sadullah Mîranê welatî got dema deng bihîstin demildest derketin derva û dîtin ku zinar ji jorê totî ser rêbejayê dibin û wiha axivî: "Dema em dixebitîn deng hat. Me wetrê erd diheje. Xwedê mihefeze kir. Xwedêkirî tiştek bi tu kesî nehat."