İSTANBUL
Gelek saziyên civakî yên sivîl li Tirkiyê Platforma Piştgiriya Gelên Sûriye û Misrê ava kirin. Di bin banê vê platformê de ji bo ku piştgiriyê bidin gelê Sûriyê û Misrê, li Mizgefta Fatîhê çalakiyek li dar xistin.
Welatiyên ku li ser tîşortên wan nîşaneya "Rabîa"yê û di destên wan de jî alayên Misrê û Sûriyê hebûn, beriya nimêjê qada mizgeftê tije kirin. Di nav van welatiyan de jin û zarok jî hebûn.
Welatî piştî nimêja înê li qada Mizgefta Fatîhê kom bûn û bi tekbîran li dijî Esed û Misrê dirûşm qêriyan. Welatiyên ku di wê derê de bi wesayîtên xwe derbas dibûn, bi tiliyên xwe nîşaneya "Rabîa"yê kirin û piştgirî dan xwepêşandanan.
Endamên Platforma Piştevaniya Misilmanan jî li Mizgefta Kocatepeya Ankarayê, komkujiyên li Misir û Sûriyê protesto kirin û ji bo kesên ku di bûyeran de can dane jî nimêja cinazeyan kirin û ji bo wan dia kirin.
Kocaelî
Komeke ku endamê Komeleya Parastina Mafê Mirovan e li Parka Îzmît Sabrî Yalimê li hev civiya û pankartên ku li ser wê "Li Sûriyê mirov na, mirovahî mir.", "Em qirkirina li Sûriyê lenet dikin." ev hevok nivîsandîbûn, vekirin. Kom piştî ku daxuyanî da, belav bû.
Wan
Li Wanê jî piştê nimêja înê welatî li Mizgefta Cenabê Omer kom bûn û protestoyên xwe kirin. Di xwepêşandanên li vê derê de nameya ku El-Bîltacî ji bo keça xwe Esmaya ku hatibû qetilkirin nivîsîbû, xwendin.
Kayserî
Li Kayseriyê jî welatî ji bo protestoyan li Mizgefta Hûnat a dîrokî kom bûn û piştî nimêja înê, jin û zarok jî di nav de ji bo kesên ku di qirkirinan de can dan, nimêj kirin.
Şanliûrfa
Li Şanliûrfayê jî welatî li hinda Gola Xelîl Îbrahîm kom bûn. Wêneyên Seyyîd Qûtûp, Hasan El Bena û Mûrsî vekirin, ji bo gelê Misir û Sûriyê dia kirin.
Ji bilî Şanliûrfayê li Adiyaman, Elazig, Erzirom, Îdir, Ardahan, Agri, Kars, Diyarbakir, Mardîn, Bîngol, Sîîrt, Batman, Gîresûn, Sînop, Adana, Mersîn û Osmaniyê jî ji bo piştgiriya gelê Misir û Sûriyê protesto hatin kirin.