20 Tebax 2019•Rojanekirin: 21 Tebax 2019
Li navend û navçeyên Mûşê di operasyonê dijî PKK/KCKya rêxistina terorê da 29 kes hatin binçavkirin, çek û cebilxane hatin bidestxistin.
Di daxuyaniya ku ji walîtiyê hat dayîn da hat diyarkirin ku Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr di encama xebatên îstixbarî da li navend û navçeyên Mûşê di 14-16ê tebaxê da ji bo tesbît û deşîfrekirina PKK/KCKya rêxistina terorê dijî 33 gumanbaran operasyon kir.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:"Di operasyonê da 19 kesên ku der barê wan da ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorê" lêpirsîn heye û 10 kesên hat tesbîtkirin ku propagandaya PKK/KCKya rêxistina terorê dikin hatin girtin. Di lêgerînên ku di vê çarçoveyê hatin kirin da 2 keleş, 300 fişengên keleşan, 9 şarjorên keleşan, 3 demanceyên bêruhsed, 3 şarjorên demanceyan, 121 fişengên demanceyan, 2 tifingên nêçîrê yên bêruhsed, 10 fişengên tifinga nêçîrê, 2 şarjorên tifinga nêçîrê hatin bidestxistin. Der barê bûyerê da tehqîqata edlî dan destpêkirin."
Di daxuyaniya walîtiyê da hat destnîşankirin ku di her şert û mercê da operasyonên ji bo tesbîtkirina fealiyetên rêxistina terorê dê bi biryardarî bidomin.