İbrahim Atmaca
01 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2020
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê mij çêbû û di çûyîn û hatinê da tengasiyê derdixe.
Li navçeyê ji serê sibê pê va mij çêbû û mesafeya dîtinê kêm bû û ji bo şofêran hişyarî hat dayîn.
Ji ber mijê di rêya Mêrdîn û Şirnexê da ku wek gozergaha Rêya Hevrîşimê ya dîrokî tê zanîn, qerebalixiya wesayîtan çêbû.
Ji aliyê din va mijê bajêr nixumand û avahiyên dîrokî di binê mijê da xweş xûya kirin.
Di binê mijê da Mizgefta Zeynel Abidîn û Dêra Mor Yaqûb ku di Lîsteya Berwext a Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê da ye, bal kişandin.