Haydar Şahin
01 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2020
Li Qers û Agiriyê welatî ji ber hewaya sar tengasiyê dikişînin.
Li Qersê ji ber sermayê qirayî ket ser dar û nebatan, welatiyan betanî û xalîçe avêtin ser wesayîtên xwe ku necemidin.
Li tevahiyê bajêr sir seqem li ser jiyana heywanên kovî jî tesîreke neyînî dihêle. Bayram Karsliyê li taxa Kalîçiyê ajokariyê minibêsê dike qut dide kevokên li pêşiya rawestegê kom bûne ku birçî nemînin.
Li ser banê xaniyên li Sarîqamîşê cembelîk çêbûn. Peykerên eskerên li Abîdeya Şeîhên Allahuekberê qirayî girtin û dîmenên balkêş derketin holê.
Wekî mayîn ekîbên şaredariyê berfa li rê û dirban barîbû paqij kirin û bi kamyonan ji navê derxistin.
- Agirî
Ji ber sir seqema li bajêr kanî cemidîn.
Welatiyan betanî û xalîçe avêtin ser wesayîtên xwe ku necemidin û qirayî di ser dar û nebatan da ket.
Omercan Belgînê welatî diyar kir ku ji ber sermayê tengasiyê dikişînin û wiha axivî: "Ya rastî zivistan li agiriyê giran derbas dibe. Hetanî îro hewa xweş bû lê belê îro zehf sar e. Daran qirayî girt, çem cemidîn."