24 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2015
MARDÎN
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê qedexeya derketina derva ewê ji saet 10.00an şûnda rabe.
Di daxuyaniya Qaymeqamtiya Nisêbînê da hat diyarkirin ku qedexeya derketina derva ya ku ji bo parastina can û malê welatiyan, pêkanîna esayîş û hizûrê hatibû îlankirin ewê ji saet 10.00an şûnda rabe. Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Em ji welatiyan ra sipas dikin ji ber ku di qedexeya derketina derva ya ku ji bo parastina can û malê welatiyan hatibû îlankirin sebir kirin."
Qaymeqamtiyê di 21ê berfanbarê da ji saet 10.00an pê va qedexeya derketina derva îlan kiribû.