İbrahim Atmaca
17 Hezîran 2020•Rojanekirin: 18 Hezîran 2020
Li Qersê zîpik barî û tengasî çêbû.
Li tevahiya bajêr du roj in bi navber barana gur dibare û îro jî veguherand zîpikê. Zîpikê di demeke kin da kolan û kuçe spî kirin û şofêran jî tengasî kişand.
Hin welatî ji bo ku wesayîtên xwe ji zîpikê biparêzin, betanî lê wer kirin.
Li Sarîqamîşê jî zîpik barî û navenda navçeyê spî kir.