Abdullah Söylemez,Günay Nuh,Yasin Çavdar,Yunus Hocaoğlu,Sidar Can Eren,Cüneyt Çelik
02 Adar 2023•Rojanekirin: 03 Adar 2023
Li Erzirom, Qers, Agirî, Tuncelî û Erdexanê sir û serma zêde ye.
Germahiya hewayê ya herî germ di bin sifirê da li Erdexanê 10, li Erziromê 6, li Agiriyê 5, li Îdirê 4, li Qers û Erzincanê sifir pile hat pîvan.
Li Erziromê serê sibê şilope barî.
- Agirî
Li Agiriyê piştî sermayê berf barî, kuçe û kolan bi berfê nixûmîn.
Li navçeya Elaşgirê esnafan berfa li ber deriyê kargehên xwe paqij kir.
- Erdexan
Li Erdexanê jî bi taybetî şev hewa sar e.
Li taxa Ovayê cihên avî qeşa girt.
Li cihên bilind jî dem demî berf dibare.
- Tuncelî
Li Ovacix û Pulumura navçeyên Tunceliyê ji ber sermayê dar û beran qiravî girt.
Çem û robaran qeşa girt, welatî li kuçe û kolanan ji ber qeşayê bi zehmetî meşiyan.
- Qers
Li Qersê jî ji ber sermayê li ser kolan û peyarêyan qeşa çêbû.
Ekîbên Şaredariya Qersê li ser rê û peyarêyan xebitîn.