Muhammet Mutaf,Sidar Can Eren,Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci,Günay Nuh,Abdullah Söylemez
17 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 18 Rêbendan 2023
Li Erzirom, Qers, Tuncelî, Erdexan û Agiriyê berf heye û hewa sar e.
Li Erziromê bişev berfê lê kir, kuçe û kolanên bajêr bi berfê çîl spî bûn.
Germahiya hewayê bişev di bin sifirê da heta 5 pileyan daket û der û dora ciyên avî û camên wesayîtan cemed girtin.
Li navendên kaşûnê yên wek Palandokenê stûriya berfê 38 û li konakliyê jî 15 santîm hat pîvandin.

- Qers
Li Qersê jî ji ber hewaya sar çem û newalan cemed girtin.
Li navçeya Sariqamişê jî ji ber hewaya sar dar û deviyan xûsik û deverên avî jî cemed girtin.
Di nav Çemê qersê yê ku qismekê wê cemed girtibû da jî werdek ji xwe ra li xwerinê digeriyan û dîmenên wê demê jî hat kişandin.
- Tuncelî
Ji ber hewaya sar camên wesayîtên li ber derê mal û dikanan parq kirî jî cemed girtin û xûsikê avêt dar û deviyan.
Hinek welatiyan ji bo çûkan lext avêtin derva.
Li Erdexan û Agiriyê jî ji ber hewaya sar rûyê çem û newalan cemed girt.