29 Îlon 2017•Rojanekirin: 30 Îlon 2017
HAKKARÎ
Hat ragihandin ku li 2 tax, gundek û mezrayeke girêdayî Şemdînliya navçeya Hekariyê heta 12 rojan qedexeya derketina derve hat îlankirin.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, di nava sînorên mulkî yên navenda gundê Altinsuyê, taxên Dereboyuz û Eldeyê digel mezraya Încesuyê wê operasyon bên lidarxistin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Di esnaya operasyonê de ji ber ku tê nirxandin asayişa can û malê gel dikeve xeterê û azadiya seyahatê bi şiklekî ewledar wê ji holê rabe. Bi mebesta pergala kamûyê, rêgiriya sûcê, parastina maf û azadiyan û herwiha ji ber nêzîkbûna salvegera bûyerên 6-7ê cotmehê, li gor benda 11/Cya Qanûna Îdareya Wîlayetê, di nava sînorên mulkî yên navenda gundê Altinsuyê, taxên Dereboyuz û Eldeyê digel mezraya Încesuyê, ji 29ê îlonê heta 10ê cotmehê, ji seat 22.00ê heta 05.00ê qedexeya derketina derve hat ragihandin û hatin û çûyîn jî hat qedexekirin."