04 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2017
HAKKARÎ
Li Çukurcaya navçeya Hekariyê di êrişa terorî de 3 esker birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya Walîtiya Hekariyê li herêma Çiyayê Guvenê endamên rêxistina terorî bi roketavêjan êriş kirin.
Di encama êrişê de 3 esker birîndar bûn û xetera jiyanê tuneye. Esker li Nexweşxaneya Dewletê ya Hekariyê tên dermankirin.
Taqîbata edlî jî der barê bûyerê de didome.