Di civîna ku di serokatiya Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş de tê kirin da bûyerên ku li sînorê Sûriyeyê diqewimin tên nirxandin.
Civîn di serokatiya Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş de li Avahiya Navendê ya Serowezîriyê tê kirin. Alîkarê Wezîrê Navxweyî Osman Guneş, Alîkarê Wezîrê Karên Derve Nacî Koru, Serokê 2yemîn ê Sererkaniyê Orgeneral Yaşar Guler, Fermandarê Hêzên Bejayê Orgeneral Hulusî Akar, Alîkarê Misteşarê MÎTê Îsmaîl Hakki Mûsa, Serokê AFADê Fuat Oktay, Waliyê Kordînator Veysel Dalmaz, Kordînatorê Dîplomasiya Kamûyê yê Serokwezîrtiyê Cemalettîn Haşîmî û alîkarên misteşaran ên wezaretên eleqedar beşdarî civînê bûn.
Beriya civînê destûr dan ku endamên çapemeniyê dîmenan bigrin. Hat ragihandin ku di civînê de li ser bûyerên ku li sînorê Sûriyeyê diqewimin, hat axaftin.