Talha Koca
13 Gulan 2024•Rojanekirin: 14 Gulan 2024
Li Navenda Xweşiqitandinê ya Palandokenê ya Erziromê ku yek ji navendên girîng ên Tirkiyeyê ye berf barî, mij û dûman çêbû.
Li navenda bajêr hefteyeke dem demî baran dibare ku li Navenda Xweşiqitandinê ya Palandokenê jî berf barî.
Navenda ku zivistanê mazuvaniya gelek turîsten herêmî û biyani dike ji ber berfa ku barî çîlsipî bû.
Hin welatî hatin herêma ku berf, mij û dûman lê heye û wêne kişandin.
Ji welatiyan Hasan Duymuş ji nûçegihanê AAyê ra diyar kir ku ew ji bo kişandina wêneyan çûne Palandokenê.
Duymuş got hewa sar e û wiha axivî: "Em ji Stenbolê ji bo gerê hatin, lê rastî berfê hatin. Me di meha Gulanê da berfê dît, ji bo me xweş bû. Li jor mij heye û berf dibare, rewşeke cuda ye."