ÎSTANBUL
Hat diyarkirin ku Serdozgeriya Komariyê ya Stenbolê di çarçoveya 3 lêpîrsînan de operasyona gendeliyê kir. Di operasyonê de karsaz, burokrat, karmend û gelek kesên din hatin binçavkirin
Hat diyarkirin ku di operasyona gendeliyê de di nav de karsazên navdar jî bi tevahî 22 kes hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên Serdozgeriyê, Dozger Celal Karayê ku di Buroya Qaçaxtiyê û Narkotîkê ya girêdayî Serdozgeriya Komariyê ya Stenbolê de dixebite, lêpîrsin kir. Qasî 2 salan bi şopandina teknîkî û fizîkî operasyona "pereyê reş meşrûkirin", "Qaçaxtiya zêran" "Gendeliya wezîfedarên kamuyê" hat kirin.
Di operasyonan de karsaz Reza Zerrab, kurê Wezîrê Karên Navxweyî Muammer Guler, kurê Wezîrê Ekonomiyê Zafer Çaglayan, Midûrê Giştî yê Bankaya Halkê Suleyman Aslan jî di nav de bi tevahî 22 kes hatin binçavkirin.
- Der barê Serokê Şaredariya Fatîhê Mustafa Demîr de îdia
Hat diyarkirin ku Serdozger Kara der barê Serokê Şaredariya Fatîhê Mustafa Demîr de jî ji ber sûcê "Dijî Qanûna Parastina Heyînên Siriştû û Çandî ya hejmara 2863an muxalefetkirinê" lêpîrsîn daye destpêkirin.
Hat ragihandin ku Serdozger Mehmet Yuzgeç jî ji bo Alî Agaoglu û hin kesên din lêpîrsin daye destpêkirin. Nehat eşkerekirin ku lêpirsîn ji bo çend kesan û ji ber kîjan sûcan e.