ÎSTANBUL
Wezîrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Mehdî Eker got: "Em hewl didin ku bi rihê 1920an ve Tirkiyeyê ji nû ve ava bikin. Navê vê 'Pevajoya Çareseriyê' ye."
Walîtiya Diyarbekirê li Otêla Ramada Kayayê Şeva Diyarbekiriyan li dar xist. Eker jî beşdarî şevê bû û wiha axivî:
"Diyarbekir wek dilê mirovan e. Di wî dilî de aştî heye. Bi hezaran salan 30yî zêdetir şaristanî, çand, bawer di nav aşitiyê de jiyan. Keda suryaniyan, ermeniyan, cihûyan û misilmanan di vê çandê de heye."
Wezîr Eker diyar kir ku ev 30 salin navê Diyabekirê bi xwînê, hêsiran û aloziyê ve tê bikaranîn, kingê nûçeyeke Diyarbekirê derkeve li piştî wê her tim zarokên ku keviran diavêjin, hêsir an jî panzêr henin. Ev navenda şaristaniyê mixabin bû kampa penaberan. Mirov ditirsin herin Diyarbekirê.