DÎYARBAKIR
Wezîrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Mehdî Eker ji bo birayê Baydemîr sersaxî da Serokê Şaredariya Diyarbekirê Osman Baydemîr.
Wezîr Eker ji bo ku beşdarî merasima nasandina namzedên AK Partiyê bibe çû Diyarbekirê. Eker, Alîkarê Wezîrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Kutbettîn Arzu, Walî Mustafa Cahît Kiraç, Midûrê Ewlekariyê yê Bajêr Halîs Bogurcu û Hevedaniyên li navçeya Baglarê bi hev re çûn mala şînê. Komê li wir ji bo Azîz Baydemîrê birayê Osman Baydemîr yê ku duh miribû sersaxî da Baydemîr û eqrebayên wî.
"Mirin heke tê bila ji Xwedê bê"
Baydemir li wir axivî û diyar kir ku li welêt dê û bav hewl didin ku zarokên wan nemirin. Ji ber vê yekê tevgereke dilpakî û wezîfeyeke baş dikin.