Mehmet Niyazi Deniz
22 Tîrmeh 2024•Rojanekirin: 23 Tîrmeh 2024
Li Erûha navçeya Sêrtê di qezaya ku traktora biromork welgeriya da 2 jê giran 7 kes birîndar bûn.
Traktora biromork a ku E.A. diajot û plaqeya wê hê nehatiye tesbîtkirin, ji Gundê Okçularê bêrîvan dibirin zozanê. Traktor ji rê derket û welgeriya.
Di qezayê da şofêr û F.A. (22), A.A. (48), L.A. (40), S.A. (29), H.D. (41) û H.Dyê (30) ku di romorkê da bûn, birîndar bûn.
Li ser êxbarê ambulans û ekîbên cendirme şandin herêmê.
Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Erûh û Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê.
Hat gotin ku ji birîndaran rewşa F.A. û L.A. giran e.