Serhat Zafer
20 Rêbendan 2022•Rojanekirin: 20 Rêbendan 2022
Li Sêwasê ji ber berfa dibare rêya 470 gundî ji çûyîn û hatinê ra hat girtin.
Di daxuyaniya Îdareya Taybet a Bajêr da hat diyarkirin ku li tevahiyê bajêr rêya 470 gundî vê gavê girtî ye.
Ji bo vekirina rêyên girtî 136 xebatkar bi 93 wesayîtan va xebatên xwe didomînin.
Di dema vekirina rêyên girtî da ekîp pêşiya rêyên lê nexweş, ducanî û cinaze hene vedikin.