Li gor daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan ya Sûriyeyê (RMMS), hêzên rejîmê ji hewa û erdê ve êrîş bir ser deverên ku di destê muxalifan de ne. Di êrîşan de li Helebê 36, li berbajarê Şama paytext 12, li Derayê 11, li Xûmûs û Deyrûz Zorê her yekî du kes, li Quneytra û Hamayê her yekî kesek, li ser hev 65 kes mirin.