27 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 28 Rêbendan 2016
DİYARBAKIR
Li Sûra navçeya Diyarbekirê, malbatên ku li her 5 taxên ku qedexeya derketina derve lê heye dijîn, ji ber tehdîd û tehdeyên endamên PKKyê, cih û warê xwe terk dikin.
Li taxên Cevatpaşa, Fatihpaşa, Dabanoglu, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaşê ku ji 11ê berfanbarê ve qedexeya derketina derva lê heye, operasyonên dijî terorîstên PKKyî didome.
Taxên weke Abdaldede, Alipaşa, Lalebey, Suleyman Nazif û Ziya Gokalpê piştî ku komeke terorîst xendek lê kolan û barîkat danîn Qeymeqamiya Sûrê qedexeya derketina derve li van taxan ragihand. Welatiyên ku li van taxan dijîn ji ber tehdîd û tehdeyên endamên rêxistinê malên xwe terk dikin.
Welatiyên mexdûr, jin, kal û pîr, digel zaro û zêçên xwe di vê hewaya sar da bi neçarî taxên xwe terk dikin û ji ber vî halî bertekê nîşanî PKKya rêxistina terorê didin.
Hinek eşyayê xwe li otomobîl, traktor û erebokê destan bar dikin û hinek jî xizmên xweyî nexweş, bi kursiyên livok ji navçeyê derdixin.
"Yên ku xendekan dikolin ji me ra gotin 'herin ji vir'
Jinek bi navê N.A dayika 4 zarokan ku mêrê wê di hepsê da ye ji nûçegihanê AAyê ra got, "Ji ber xendekan em neçar man ku em birevin."
N.Aya ku bertek nîşanê terorîstan da wiha axivî: "Em kirêdar in, em nedikarin pereyê ceyranê bidin ne jî yê avê, ka ezê herim kuderê, wê kî min digel 4 zarokên min bihewîne. Cihek tune ye ez biçim. Yên ku xendek dikolan ji me ra gotin 'herin ji vir'. Sibehê em di ser taştê de bûn, nehiştin em çaya xwe vexwun. Me rahişt eşyayê xwe û em derketin."
Welatiyek bi navê E.Ç ku li taxa Lalebey dijî anî ziman ku xendek di kolana wan da hatiye kolan û wan jî ji neçarî tax terk kirine.
E.Ç destnîşan kir ku wê digel xanima xwe û 3 zarokê xwe biçe mala xizmên xwe.