11 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2016
DİYARBAKIR
Li Sûra navçeya Diyarbekirê di operasyonê da mensûbên PKKya rêxistina terorê gule agir kirin û leşkerek cangorî bû.
Li gor agahiya ku hat bidestxistin, li taxên Cevatpaşa, Fatîhpaşa, Dabanoglu, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaşê ku qedexeya derketina derva lê dewam dike operasyon dewam dike û ekîbên cendirmeyan jî piştgiriyê didin operasyonê. Di operasyonê da terorîstan bi çekên lûledirêj va gule agir kirin. Di pevçûnê da eskerek giran birîndar bû û ew rakirin Nexweşxaneya Leşkerî ya Diyarbekirê, lê digel hemû midaxaleyan leşker cangorî bû. Li Sûrê operasyonên hêzên ewlehiyê dewam dikin.