11 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2016
HELEB
Li Sûriyeyê, li bakurê Helebê 3 gundên ku di destê DAEŞê da bûn, ketin destê mixalifan. Ev gund li herêma ku tê plankirin bibe herêma ewle ye, ne.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên herêmî yên li Helebê hilda, li ser gundên Kara Mezra, Karakoprî û Harbeyê operasyon hat kirin. Ev gund di destê DAEŞê da ne.
Hat ragihandin ku gundên navborî ketin destê mixalifan, li xeta Mareyê pevçûnên tundî dewam dikin û 6 milîtanên DAEŞê hatin kuştin.
Hat gotin ku DAEŞa rêxistina terorê li rojhilata navçeya Azezê gelek gund bi dest xistiye. Eniya Şamê li herêmên Soran û Hawar Kilîsê li dijî DAEŞê têdikoşe û pêşketina wan didome.