13 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 14 Rêbendan 2016
DIYARBAKIR
Li Sûra navçeya Diyarbekirê mensûbên PKKya rêxistina terorê bi çeka lûledirêj va gule agir kirin û jinek giran birîndar bû.
Li taxên Sûrê yên wek Cevatpaşa, Fatîhpaşa, Dabanoglu, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaşê operasyon û qedexeya derketina derva dewam dike.
Hêzên ewlehiyê ji bo ku welatî zirarê nebînin, hewl didin û operasyonê didomînin. Welatiyên ku malên wan nêzî herêmê ne, ji guleyê ku terorîst agir dikin ra dibin hedef.
Li navçeyê endamên PKKya rêxistina terorê bi çekên lûledirêj va gule agir kirin û gule pekiya û li pişta N.Kê (22) ket. N.K li kolana Melîkahmetê alvêr dikir.
N.K giran birîndar bû û ambulansê ew rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî û paşê sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê kirin.
Hat gotin ku rewşa wê nebaş e.