13 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 13 Rêbendan 2016
AGRI
Germava li Diyadîna navçeya Agiriyê, digel ku hewa dikeve bin 20 pileyî jî bi hewzên xwe yên vekirî bala welatiyan dikşîne.
Welatî tên germava ku 7 kîlomêtro dûrî navçeyê ye û bêyî ku guh bidin serma û seqemê dikevin ava hewzên vekirî. Germavên li Diyadînê bi taybetî dawiya hefteyê ji welatiyên ku ji bajêr û navçeyên derdorê tên tije dibin.
Orhan Ozdenê ku germavê dixebitîne daxuyanî da û destnîşan kir ku ji bajêr û navçeyên derdorê gelek kes tên ser germavê û wiha got: "Li gor lêkolînên endezyaran di ava germavê da mîneralên wek radyoaktivite, kalsiyum, sulfur, karbondioksit, magnezyum, kukurt, bikarbonat û hesin hene. Yanê germavên Diyadînê di nav 7 germavên ewil ên dinyayê da ne."
Ozden diyar kir ku digel berf, serma û seqemê welatî tên ser germavan.
Ferhat Yenîgunê hatibû serdana germavê diyar kir ku di germavan da şifa heye û wiha got: "Hewa çiqas sar be jî welatî tên ser germavê. Ji ber ku av germ e, zêde tesîra serma û seqemê tuneye. Hewzên germavê vekirî ne. Dema berf dibare jî germav xweştir dibe. Bi taybetî dawiya hefteyê cî namîne."