18 Nîsan 2016•Rojanekirin: 19 Nîsan 2016
TÛNCELÎ
Koma Gerokên Dêrsimê yên ku seba danasîna dîrok, çand û bedewiya siruşta bajêr hatine cem hev, digel bûyerên terorê tûra xwe ya ewil a sezona nû pêk anîn û çûn navçeya Çemîşgezekê ku li vir dîrok û xweza di nava hev da ye.
Koma Gerokên Dêrsimê ya ku seba berbelavkirina dîrok, çand û bedewiya xwezaya bajêr fealiyetan dimeşîne di dewra "pêvajoya çareseriyê" da fealiyetên xwe zêde kirin, lê bi despêkirina bûyerên terorê ra dîsa biryar dan ku fealiyetên xwe ranewestînin, dewam bikin. Komê tûra xwe ya ewil a sezona nû pêk anî û digel beşdarvanên ji Mêrsîn û Elazigê çû navçeya Çemîşgezekê ku li vir dîrok û xweza di nava hev da ye.
Komê bi wesayîtan ji navenda Tûnceliyê berê xwe da navçeya Çemîşgezekê û ewil li gundê Payamduzuyê rawestiya. Li vir gundiyan taştê da komê û dû ra Şaredarê Çemîşgezekê Ahmet Şadan Ersoy û xelkê navçeyê pêşwaziya komê kirin.
Komê li navçeyê mizgeft, kanî, tirbe, pir, gorên teht ên dîrokî, himam û beremayên keleporî ziyaret kirin û pişt ra li odeyên di hundirê teht û latan da yên ku di heman demê da jê ra "hucrikên derwêşan" an jî "kunên tarî" tên gotin, geriyan.
- "Pêwîst e ku em xwedî li çand û yekîtiya xwe derkevin"
Şaredarê Çemîşgezekê Ersoy di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku li navçeyê gelekî şaristanî hatine û çûne.
Ersoy bal kişand ku li navçeyê xelik bi xweşbînî û hestên birayetiyê li hevdu mêze dike û wiha dewam kir:
- "Li vir tebîet heye, dîrok heye, jiyana kovî heye, her cure bedewî heye. Em ji dil dixwazin ku mirov bên û vir bibînin. Hemû merivên ku tên, ciyê wan li ser serê me heye. Binêrin, li vir şikeft û gorên teht ên Ûrartûyan, mizgeftên Osmanî û Selçûqiyan, dêrên filehan hene."
- "Çi dibe bira bibe, emê geştên xwe bidomînin"
Malîk Kaya li ser navê Koma Gerokên Dêrsimê axivî û destnîşan kir ku armanca wan ew e ku bedewiya xwezayî û dîrokî ya bajêr nîşanî dinyayê bidin û deriyê wê li ber tûrîzmê vekin.
Kaya bal kişand ku Tûncelî xwedî xwezayeke hêja ye ku bête dîtin û wiha dewam kir:
"Li ser axa ku em lê dijîn, li aliyekî pevçûn diqewimin, lê li aliyekî em jî hewl didin ku ger û geştên xwe bidomînin. Ev qedera 8 salan e ku em van geştên xwe berdewam dikin. Beriya pêvajoya aşitiyê geştên me bi tenê ji 15-20 kesan pêk dihatin. Di pêvajoya aşitiyê da me ev derxist 150-200 kesî, lê ji ber ku dîsa pevçûnan dest pê kir em dîsa vegeriyan serî. Çi dibe bira bibe, çend kes tên bira bên, emê hewl bidin ku van geştên xwe bidomînin."