TÛNCELÎ
Wênekêş vê payizê him li geliyên Tûnceliyê Ovacik, Hozat û Pulumurê digerin him jî wêneyên xwezayê yên bêhempa dikêşin.
Li Parka Mîllî ya Geliyê Mûnzûrê ya Tûnceliyê 43 cure giyayên xasê herêmê, 227 cure gihayên tenê li Tirkiyeyê yê digihên, bi tewahî 518 cure giha hene.
Geliyê Tûnceliyê yê avî, her demsal bi xwezaya xwe bala wênekêşan dikêşe. Bi taybetî darên curbicur yên li geliyên Pulumur, Ovacik û Hozatê digihên, payizê bi reng û xweşiyên xwe bala wênekêşan dikêşin. Herwiha wênekêş him li geliyan digerin him jî wêneyên xwezayê dikêşin.
Wênekêş Malîk Kaya ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku, Tûncelî bi xwezaya xwe her demsal xweş e û her demsal dîmenên xweş derdikevin pêşberî mirov û wiha dewam kir: "Dîmenên bêhempa hene. Hetanî ji destê me tê em her demsal wêneyên xwezayê dikêşin û bi vî awayî herêmê didin nasîn. Armanca me ew e ku em bajarê xwe, herêma xwe, cih û warên xweşik ên dîrokî bi dinyayê bidin nasîn û bala mirovan bikêşin ku bên herêmê."