ŞIRNAK
Li navçeya Cizîra Şirnakê di navbera du komên dijber de şerê biçek û sator derket. Di şer de kesek birîndar bû.
Li gorî agahiyan koma ku ji şîna Mehmet Karaneyê ku li Sûriyê mir ya li taxa Nûrê derket û rastî komeke dijber hat. Di navbera her du koman de şer derket. Di şêr de kevir, çek û sator hatin bikaranîn. Di bûyerê de kesek birîndar bû.
Di şer de Alî Guvenê 19 salî ji lingê xwê birîndar bû û bi 112 acîlê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.
Piştî bûyerê gelek wesaîtên polêsan yên bizirx şandin herêmê. Komeke çalakvan êrîşî wesaîtên polêsan kir. Polêsan jî bi bombeya xazê midaxeleyî çalakvanan kir.
Polêsan li herêmê tevdîrên ewlehiyê yên berfireh girt.