Midûrê Giştî yê Weşanên Dînî yê Serokatiya Karûbarên Diyanetê Dr. Yuksel Salman got îdiaya ku meala kurdî ya Qur'ana Kerîm ku wekî nusxeyekî ji aliyê weşanxaneyekî va hatiye çapkirin ne rast e û wiha xeberda: "Wekî ku bêucret were belavkirin me di nîsanê de 10 hezar nusxe meala kurdî çap kir. Ji van 3 hezar me ji şaredariyên mezin û bajarên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê re şand."
Li ser îdiaya Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş a wekî ku meala kurdî ya Qur'ana Kerîm tenê nusxeyek hatiye çapkirin, Serokatiya Karûbarên Diyanetê depoya ku meal jê tê belavkirin ji mensûbên çapemeniyê re vekir.
Dr. Yuksel Salman li vir agahî da mensûbên çapemeniyê û bersiv da pirsyarên wan. Salman destnîşan kir ku xebata çapkirina meala kurdî ya Serokatiya Karûbarên Diyanetê 5 sal beriya niha dest pê kir û îsal jî di lijneya weşanê de biryara çapkirina mealê derket.
Salman diyar kir ku pêvajoya çapkirina meala kurdî di meha nîsanê de kuta bû û 10 hezar nusxe hat çapkirin û herwiha ji bo xizmeta gel hat pêşkêşkirin.
Salman daxuyand ku ji nîsanê û pê ve ji 10 hezar nusxeyan jê 3 hezar ji şaredariyên mezin û bajarên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê re hatin şandin û 4 hezar nusxe jî dê ji miftîtiyan re werin şandin.