Zafer Tayfur
11 Rêbendan 2022•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2022
Li Başkaleya navçeya Wanê ambulans qelibî û 2 jê xebatkarên tenduristiyê 5 kes birîndar bûn.
Ambulansa bi plakeya 65 EV 598 a ku şofêrê wê G.A bû û nexweşek ji navçeyê dibir Wanê ji rê derket û welgeriya. Di qezayê da tevlî şofêr xebatkarê tenduristiyê Ş.A, nexweş û du kesên pê ra bûn birîndar bûn.
Ekîbên Servîsa Bilez a 112an hatin cihê qezayê û kesên birîndar birin nexweşxaneyên li bajêr.