VAN
Li Saraya navçeya Wanê wesayîteke leşkerî û minîbêseke xwendekaran li hev ketin, di encamê de jê 3 giran bi tevahî 14 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin, minibêsa bi pleqeya 65 HC 512 ya ku Yaver Guven diajot û xwendekar dibir Lîseya Ahmet Nacar li ser rêya Ozalp û Sarayê li wesayîteke leşkerî qelibî.
Ji ber qezayê 10 jê xwendekar bi tevahî 14 kes birîndar bûn.
Birîndar bi alîkariya tîmên Serwîsa Acîl a 112an rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Ozalpê.