ANKARA
Saziyên belavkirina neftê di bihayê benzînê de 8 quriş erzanî kirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê bi dest xist li Enqereyê bihayê lîtreya benzîna 95 oktan ji 4.80-4.81 lîreyî dakete 4.72-4.73 lîreyî. Li Stenbolê bihayê lîtreya benzîna 95 oktan ji 4.79 lîreyî dakete 4.71 lîreyî, li Îzmirê jî bihayê lîtreya benzîna 95 oktan ji 4.80-4.81 lîreyî dakete 4.73 lîreyî.
Li her sê bajarên mezin bihayê lîtreya benzîna 97 oktan jî ji 4.81 lîreyî dakete 4,71-4,73 lîreyî.
Bihayê ku saziyên belavkirina pêtrolê eşkere kirin dibe ku li gor bajaran biguhere û sedema vê jî serbestiya reqabetê ye.