HAKKARİ
Li Yuksekovayê komekê xwepêşaneke bêdestûr çekir û bi molotof û bombeyên dengî, êrîşî polêsan kirin. Li ser vê polêsan jî bi ava tazyîq, mudaxaleyê komê kir.
Kom ji bo ku qaşo salvegera şoreşa YPGê pîroz bike li cadeya Cengîz Topelê civiya.
Xwepêşanêrên ku rûyê wan pêçayî hatin li ber Otela Osloyê û bi molotof û bombeyên dengî, êrîşê polêsên ku li wir ji bo ewlehiyê sekinîn, kirin.
Hêzên ewlehiyê, pêşî ji bo kesên ku piştî fitarê tên sûkê zirarê nebînîn, mudaxaleyê wan nekir. Lê piştî ku êrîş zêde bû, polêsan bi ava tazyîq, mudaxaleyê komê kir.