SANA
Hat diyarkirin ku di êrîşa Girtîgeha Navend a Sanaya paytexta Yemenê de 7 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya Wezareta Navxweyî komeke çekdar li pêşiya Girtîgeha Navend a Sanayê erebeyeke bombebarkirî teqand û paşê jî êrîşî girtîgehê kir û di pêvçûnê de 7 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn. Hat diyarkirin ku piştî pêvçûnê hin girtî ji girtîgehê revîn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên ewlehiyê bi çekan ve bersiv dan êrîşê û di dawiyê de êrîşvan mecbur man û vekişyan. Di daxuyaniyê de der heqê hejmara girtiyên ku reviyan de agahî nehat dayîn, lêbelê hat raginadin ku der barê bûyerê de lêpirsîn dane destpêkirinê.
Hat ragihandin ku li bajarê Ebyanê jî çek hatin agirkirin û ji ber vê kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn lêbelê êrîşvan nayên zanîn.
Piştî şoreşê li Yêmenê gelek caran bûyerên tundiyê dibin.