IGDIR
Midûriyeta Şaxa Daristan û Karên Derve ya Îdirê bi dafikên dizî yên ku ji bo wênekişandinê tên bikaranîn ve wêneyên 4 cure kergezan kişandin.
Li navçeya Tuzlucayê li herêma Arasê kergezên sor, kergezên reş, kergezên bi rih û kergezên biçûk hatin dîtin û wêneyên wan hatin kişandin.
Midûrê Şaxa Daristan û Karên Derve Mete Turkoglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir bi hêsanî wêneyên van kergezan nayê kişandin. Turkoglu wiha axivî: "Kergez bi roj nêçîrê dikin û bi piranî jî leşxwar in. Nikulê wan ê jorê wek qanceyan badayî ye. Pencikên wan pir xurt e. Baskên wan 2-3 mêtro ye û gelekî bilind difirin. Yên nêr li gor ên mê mezin in. Di nav çûkên hovî de ji kergezan mezintir teyr tune ne. Em dixebitin ku wêneyên van teyran ku li herêma ma dijîn bikşînin û cureyên wan tespît bikin. Ev teyr leşan dixwin û nahêlin ku nexweşîn û şof zêde bibin."
Turkoglu got ku her tim li navçeya Tuzlucayê êm didin teyran û xebatên wan ên li ser teyran jî dê berdewam bike.