Hüseyin Yıldız
04 Gulan 2022•Rojanekirin: 05 Gulan 2022
Li Îdirê baran barî, lehî rabû û hêlan çêbû.
Li navçeya Tuzlucayê ber bi êvarê baranê dest pê kir û gur kir.
Piştî barana gur li deverên bilind lehî rabû û bi lehiyê ra hezaz çêbû. Lehiyê kevir û kuçik anî ser rêya Îdir-Qersê.

Ji ber kevir û kuçikên ser rê trafîk demekê sekinî.
Piştî ku cab dan rayedaran bi makîneyên kar rê hat vekirin û wesayît çûn û hatin.