ÎZMIR
Li Menderesa navçeya Îzmirê di saet 09.42yan de bi lerza 4an erdhej çêbû.
Li gor tesbîta Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Acîl û Afatê ya Serokwezîriyê (AFAD) navenda erdhejê navçeya Menderesê bû û erdhej di saet 09.42yan de, 7 kîlomêtre di bin erdê de qewimî.
Bajar û navçeyên der û dorê jî bi erdhejê hesiyan.