17 Mijdar 2016•Rojanekirin: 19 Mijdar 2016
ANKARA
Şirketên belavkirina sotemeniyê ji îşev pê va 9 quriş zem da ser motorînê.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê hilda, bihayê lîtreya motorînê li Enqereyê wê ji 4,12 lireyî derkeve 4,21 lireyî, li Stenbolê ji 4,07 lireyî derkeve 4,16 lireyî, li Îzmirê ji 4,10 lireyî derkeve 4,19 lireyî.
Bihayê ku fîrmayên belavkirinê kifş kirin, ji ber reqabet û serbestiyê li şirket û bajaran diguhere.
Şirketên belavkirina sotemeniyê roja sêşemê bihayê motorînê 5 quriş daxistibû.